Trump destnîşan kir ku divê Îran bipejirîne ku tu carî nebe xwediyê çekên nukleerî û banga vekirina tavilê ya Tengava Hurmuzê û paqijkirina tengavê ji hemû mayinan kir.
Her wiha Trump got ku stokên uranyuma dewlemendkirî yên Îranê dê ji aliyê DYA’yê ve, bi koordînasyona Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî re werin derxistin û îmhakirin. Trump anî ziman ku “Ji bo niha tu pevguhertina pere nabe.”
Îranê jî ragihand ku dabînkirina peymanê bi wê yekê ve girêdayî ye ku Washington dev ji "daxwazên xwe yên zêde" berde. Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Araghchî helwesta DYA’yê ya "guherbar û nakok" rexne kir û diyar kir ku ji bo peymaneke dawî, divê ev nêzîkatî bi dawî bibe.